Kerkûk | Hesda Seibî: Du êrîsên xwekujî hatin têkbirin

27 October 2021 14:02 0 dîtin
Kerkûk | Hesda Seibî: Du êrîsên xwekujî hatin têkbirin

PeyamaKurd – Li Kerkûkê, ji aliyê Heşda Şeibî ve, du êrîşên xwekujî hatin têkbirin û du kesên xwekuj ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Iraqê ve hatin girtin.

Heşda Şeibî diyar kir, hêzên wan du êrîşên xwekujî li parêzgeha Kerkûkê têk birine û her du kesên xwekuj jî hatine desteserkirin. Berdevkê Mîhwera Bakur a Heşda Şeibî diyar kiriye, serê sibeha îro Çarşem 27ê Cotmeha 2021an, li ser esasê zanyariyên istixbaratî, di kemînekê de hêzên Lîwaya 16 a Heşda Şeibî li ser rêya sereke ya Bexdayê û li beramber nahiyeya Taze ya li başûrê Kerkûkê, du xwekuj desteser kirin.

Elî Hisênî da zanîn, wan her du xwekujan “dixwestin êrîşeke terorîstî pêk bînin û xwe biteqînin.”

Berdevkê Mîhwera Bakur a Heşda Şeibî herwiha destnîşan kir, her du kesên xwekuj piştî desteserkirinê radestî aliyên pêwendîdar hatine kirin û lêkolîn bi wan re tê kirin.