Li taxeke Kerkûkê Hesda Seibî dest danî ser 60 donim erdê Kurdan

05 July 2023 13:07 0 dîtin
Li taxeke Kerkûkê Hesda Seibî dest danî ser 60 donim erdê Kurdan

PeyamaKurd Li taxeke Kerkûkê Heşda Şeibî dest danî ser 60 donim erdê Kurdan û dixwaze navendeke leşkerî lê ava bike.

Li gor zanyariyan di masterplana şaredariya Kerkûkê de, ev zevî cihê çêkirina parkeke giştî ye, lê Heşda Şeibî dixwaze dest deyne ser wî zeviyî û baregeheke leşkerî ji hêzên xwe re ava bike.

Endamekî serkirdatiya YNKê dibêje, Heşda Şeibî soz daye ku karên xwe li wir rawestînin.

Endamê Serkirdatiya YNKê Sîrwan Kwêxan Necim daye zanîn: “Ev cureyek ji proseya Erebkirina herêmê ye, ji ber ku hemû rûniştvanên herêmê Kurd in.”

Herwiha gotiye: “Fermandarê Operasyonên Kerkûkê soz daye ku karê avakirina baregehê rawestîne, eger ev yek neyê kirin, em ê rê û rêbazên din bigirin.”

Piştî 16ê Cotmeha 2017an Heşda Şeibî li Kerkûkê bû hêzeke serdest, berê gelek zevî li tax û deverên Ereban bi dest xistibû, lê bertekên li hember vê hewldanê wê cuda bin, ji ber ku wan dest daniye ser zeviyekî xizmetguzariyê ya taxên Kurdan.