Li Farqînê sideta polîsan: Gule berdan hewayê, 2 kes hatin binçavkirin
PeyamaKurd – Li gorî nûçeyeke Ajansa Mezopotamyayê (MA) polîs û notirvanan (bekçi) êrîşî 2 kesan kir û ew binçav kirine. Hate zanîn ku ji kesên hatine binçavkirin yek jê platîn di lingê wî de ye.
Kesê bi navê Selman Aktar ê ku duh bi şev li Taxa Tekel a navçeya Farqînê ya Diyarbekirê dihat îdiakirin polîs lê digerin, polîsan êrîşî wî kir û ew binçav kir.
Dema malbat û hevalên Selman Aktar ji bo li rewşa wî bipirsin çûn Midîriyeta Polîsan a Farqînê ji aliyê notirvanan ve rastî heqaretên devkî hatin. Malbata ku bertek nîşanî vê rewşê da, rastî şideta fizîkî ya notirvan û polîsan hat.
Piştî ku bûyer mezin bû û kesên li derdorê jî bertek nîşan da, polîsan gule berdan hewayê. Di encama êrîşa notirvan û polîsan de 2 kes birîndar bûn, hate zanîn ku kesê bi navê Abdullah D. jî hatiye binçavkirin.
Hate zanîn ku Abdullah D.yê ku ji ber êrîşê rakirin nexweşxaneyê, platîn di lingê wî de hebû. Polîsan tu agahî neda bê ka malbata Abdullah D. û ya Aktar li ku ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin