Ji Parêzgariya Wanê daxuyaniya dîmenên binçavkirinê: Ji bo qelebalixê belav bikin gule berdan!
PeyamaKurd - Parêzgariya Wanê li ser belavbûna dîmenên ku leşkeran li navçeya Elbakê bi gulebaranê bi ser gundekî de girtibû û kesek binçav kiribû, daxuyaniyek belav kir û got, ‘Ji bo qelebalixê belav bikin’ gule berdane.
Doh 20ê Hezîranê leşkeran bi ser mezraya Sersûlê ya bi ser gundê Xaşkan a Elbaka Wanê de girtibûn û avêtibûn ser mala kesê bi navê M.E.A. ku di çarçoveya lêpirsînekê de biryara girtina wî hatibû dayîn.
Bi dehan leşker dema binçavkirinê gundî bi gulebarandinê tirsandibûn û dîmenên binçavkirineke hovane derketibûn holê ku li ser medya civakî jî karvedaneke mezin çêkiribû û jineke gundî jî hatibû derbkirin.
#van 'ın #baskale ilçesine bağlı #sersul mezrasında bir köylü askerler tarafından gözaltına alındı. Gözaltı sırasında çekilen görüntülerde onlarca askerin aynı anda uzun süre havaya ateş açtığı görülüyor.
— PeyamaKurd (@peyamakurd) June 21, 2022
?R.T pic.twitter.com/khPAAsZiiD
Parêzgariya Wanê di daxuyaniya xwe de, xwedî li helwesta leşkeran derket û diyar kir, derbarê wî welatiyî de 5 biryarên lêgerînê hene û ji bo leşker qelebalixê belav bikin gule berdane. Herwiha hat gotin ku ew kesê hatiye binçavkirin jî ji aliyê dadgehê ve hatiye girtin û şandine girtîgehê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin