Daxuyaniya Parêzgariya Sirnexê li ser bûyera tacîzê ya duh bi sev pêk hat!
PeyamaKurd – Parêzgariya Şirnexê ragihand ku derbarê lêdana çawîşê pispor ê li bajêr de bi îdiaya tacîz hatiye kirin de lêpirsîna edlî û îdarî hat destpêkirin û 4 gumanbarên ku beşdarî bûyerê bûne hatin binçavkirin.
Çawişê pispor ê ku hat ragihandin doh bi şev li Taxa Dîcle ya navenda Şirnexê jinek tacîz kiriye, ji aliyê kesên derdor ve hatiye derbkirin.
Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatin parvekirin de hat dîtin ku kesek li erdê dirêj bûye û paşê li bajêr alozî derketiye.
Di daxuyanîya ku ji aliyê Parêzgariya ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di derdora seat 21.30an de li qezaya Ormanê ya li navenda bajêr ji aliyê komeke qelebalix ve bi îdiaya tacîzê hatiye derbkirin û 4 kes hatine binçavkirin.
Daxuyaniya ku ji aliyê Parêzgariyê ve hatiye dayîn wiha ye:
“Îro di derdora seat 21.30an de karmendê cemaweriyê yê bi navê Z.Ç li Taxa Ormanê ya navenda bajar, di encama êrîşa komeke mezin de bi hinceta tacîzê hat derbkirin. Z.Ç yê ku ji aliyê ekîbên Tenduristiyê yên Lezgîn a 112an ve sewqî nexweşxaneyê hat kirin li nexweşxaneyê hat dermankirin.
Têkildarî mijarê lêpirsîna edlî û îdarî hat destpêkirin û 4 gumanbarên ku di bûyerê de cih digirin hatin desteserkirin. "Pirsgirêk ji aliyê Parêzgariya me ve bi hesasiyet û ji nêz ve tê şopandin."
Kesê ku hat gotin doh êvarê li navenda bajarê Şirnexê jinek tacîz kiriye ji aliyê derdorê ve hat derbkirin.
Piştî bûyerê personelê cemaweriyê yê ku wek çawîşê pispor hat diyarkirin rakirin nexweşxaneyê û rageşiya li bajêr heta derengiya şevê dewam kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin