Daxuyaniya Parêzgariya Diyarbekirê ya li ser 'qeymeqam li mela xistiye'
PeyamaKurd – Parêzgariya Diyarbekirê ragihand ku derbarê Qeymeqamê Qulpê yê melayekî derb kiriye de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Baroya Diyarbekirê ragihand ku ew ê bûyerê bişopînin.
Li Navçeya Qulpê ya Diyarbekirê Qeymeqam Burak Akeller ji Mela M.Kyê li mizgefta ku ji bo nimêja înê çûbû û şêwaza xutbeya wî neecibandibû, pirsa "Tu terorîst î?" kir û hat diyarkirin ku bi mîkrofonê êrîşî wî kiriye.
Parêzgariyê daxuyaniyek da
Parêzgariya Diyarbekirê piştî ku bûyer di çapemeniyê de cih girt daxuyanî da.
Di daxuyaniya Parêzgariyê de wiha hat gotin: "Derbarê bûyera di hin saziyên çapemeniyê de tê îdiakirin ku di navbera Qeymeqamê Qulpê û melayekî mizgeftê yê li navçeyê dixebitî de qewimiye, lêpirsîna edlî û îdarî hat destpêkirin. Bi rêzdarî ji raya giştî re tê ragihandin.”
Daxuyaniya Baroya Diyarbekirê
Ji Baroya Diyarbekirê derbarê îdiaya lêdana Îmam de daxuyanî hat dayîn.
Baroyê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got: “Nûçeya ku qaymeqamê Qulpê û cerdevanên wî piştî xutbeya nimêja înê ya li navçeya me Qulpê li melayê wezîfedar xistin û heqaret li mela kirin, îro ji raya giştî re hate ragihandin.
“Em weke Baroya Diyarbekirê ji raya giştî re radigihînin, em vê bûyera ku mînaka îstîsmarkirina bandora desthilatdariya giştî ye şermezar dikin, em ji raya giştî re radigihînin ku em bi Îmamê lêdan xwariye re di nava têkiliyê de ne û em ê bi baldarî pêvajoya qanûnî bişopînin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin