Parêzgariya Sirnexê îdiya telefonê ya li ser navê Serokê Saxa MHPê red kir
PeyamaKurd – Parêzgariya Şirnexê bi daxuyaniyekê diyar kir, ew hejmara telefona ya ku pê bi gumanbara teqînê li Stenbolê Ehlam Elbeşîr re hatiye axavtin, Serokê Şaxa MHPê yê navçeya Basa ya Şirnexê Mehmet Emîn Îlhan bi kar nehaniye.
Parêzgariya Şirnexê di derbarê îdiya bi hejmareke telefonê ya li ser navê Serokê Şaxa MHPê yê navçeya Basa ya Şirnexê Mehmet Emîn Îlhan ligel gumanbara teqînê Ehlam Elbeşîr pêwendiyeke telefonî hatiye kirin” daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got, bi awayekî deryasayî ew hejmara telefonê ji kesekî din re ji aliyê kompaniya GSM ve hatiye dayîn.
Herwiha Parêzgariya Şirnexê eşkere kir: “Hejmara telefonê ya li ser navê Serokê Şaxa MHPê yê navçeya Basayê Mehmet Emîn Îlhan li navçeya Cizîrê ji aliyê firoşerê GSMê bi awayekî deryasayî hatiye derxistin û ji bo kesê sêyem hatiye dayîn. Kompaniya GSMê ya navborî piştî zaniye ew hejmar ji bo çalakiyên deryasayî hatiye bikaranîn wê betal dike. Ew hejmar ji aliyê Mehmet Emîn Îlhan ve nehatiye bikaranîn û piştî îfadedayîna li Serdozgeriya Komarî, Îlhan serbest tê berdan.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin