Navê Teyîb Cebar bo posta parêzgariya Kerkûkê dixin dengdanê

12 July 2019 12:47 0 dîtin
Navê Teyîb Cebar bo posta parêzgariya Kerkûkê dixin dengdanê

PeyamaKurd - Di rojên bê de lîsta Birayetî di Civata Parêzgeha Kerkûkê de dicivin û navê namzed Teyîb Cebar dixin dengdanê.

Li gor zanyarîyên berdest, şandeke di navbera Yekîtîya Nîştîmanîya Kurdistanê (YNK) û Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) hatîye pêkanîn bo danûstandinan li gel alîyên din, da ku parêzgarê Kerkûkê cihê rizmandiya hemû pêkhateyan be.

Hêjayî gotinê ye ku ji bo parêzgarya Kerkûkê navê Teyîb Cebar derdikeve pêş lê eniya Turkmenî jî dixwaze ew post bo Turkmenan be terxankirin û qebûl nakin Kurdek bibe parêzgarê bajêrî.