PDK û YNK navê namzedê parêzgariya Kerkûkê ragihandin

11 July 2019 14:22 0 dîtin
PDK û YNK navê namzedê parêzgariya Kerkûkê ragihandin

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku îro li Silêmaniyê şandên Polîtburoya PDKê û Polîtburoya YNKê ji bo diyarkirina posta Parêzgarê Kerkûkê civiyan.

Piştî civînê PDK û YNKê kandîdê xwe yê bo posta parêzgariya Kerkûkê eşkere kirin. Berdevkên her du partiyan piştî civînê ragihandin ku kandîdê wan bo parêzgariya Kerkûkê, Teyîb Cebar e.

Ji bo ku kandîdê PDK û YNKê bibe parêzgarê Kerkûkê divê ji aliyê endamên encumena parêzgeha Kerkûkê ve were hilbijartin, paşî ji aliyê Bexdayê ve were pesendkirin.

Teyîb Cebar sala 1954 li gundê Tepelo yê nahiya Qere Hesen ya Kerkûkê ji dayîk bûye. Sala 1976an xwendina xwe di beşa endazyariya avahiyan de xilas kiriye. Teyîb Cebar wekîltiya Wezareta Avedankirinê jî kiriye. Teyîb Cebar herwiha bi hunera helbestvaniyê re jî mijûl e.