Rêbiwar Taha mazbataya Parêzgariya Kerkûkê wergirt
PeyamaKurd - Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd mazbataya Parêzgariya Kerkûkê da Rêbiwar Taha.
8 meh piştî hilbijartinên encumena Kerkûkê, Parêzgar û Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi fermî diyar bû.
Encûmena Parêzgeha Kerkûkê şeva 10ê Tebaxê li Bexdayê, li Otela Rêşîdê bi beşdariya 9 endamên encûmenê civînekê pêk anî.
Di civîna ku 5 endamên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), endamekî Kristiyanan û 3 endamên Ereb beşdar bûn de Endamê Encûme Parêzgeriya Kerkûkê yê YNKê Rêbiwar Taha wek parêzgarê nû yê Kerkûkê hatibû hilbijartin.
Piştî biryarên hilbijartina vê civînê ji raya giştî re hate ragihandin, Eniya Tirkmenan a Iraqê diyar kiribû ku ew hilbijartin ne yasayî ye û ew ê gilî bikin.
Piştî vê daxuyaniyê, hin aliyên ereb û Partiya Demokrat a Kurdistanê jî daxuyand ku biryarên wê civînê ne yasayî ne.
Parêzgarê berê yê Kerkûkê Rakan Cibûriyê ku hatibû tayînkirin jî bertek nîşanî civîna li Bexdayê dabû û gotibû: “Civîna li Bexdayê ne hiqûqî ye û xiyanet li Ereban hatiye kirin.”
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî gotibû ku hilbijartina Parêzgarê Kerkûkê ne yasayî ye.
Mazbata stand
Li gel van bertekan jî Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd mazbataya Parêzgariya Kerkûkê da Rêbiwar Taha.
Rêbiwar Taha wê niha bi awayê fermî dest bi karê xwe bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin