Parêzgarê Kerkûkê Taha bang li aliyên siyasî kir

29 August 2024 08:35 0 dîtin
Parêzgarê Kerkûkê Taha bang li aliyên siyasî kir

PeyamaKurd – Parêzgariya Kerkûkê bang li aliyên siyasî yên ku civînên Meclisa Parêzgehê boykot kirine, tevî ku 3 hefte di ser destbikarbûna wê re derbas bûne, kir.

Parêzgarê Kerkûkê Rêbwar Taha di civîna çapemeniyê ya ku doh (28ê Tebaxê) li dar xist de bang li hemû aliyên siyasî yên ku rêveberiya xwecihî ya Kerkûkê baykot dikin kir û daxwaz ji wan kir ku beşdarî civînan bibin.

Rêbwar Taha diyar kir ku ji aliyê Meclîsa Parêzgehê ve bi awayekî fermî name ji partiyên siyasî re hatiye şandin ku beşdarî civînan bibin û got, "Me ji wan xwest ku namzetan destnîşan bikin da ku erkên îdarî yên ji wan re hatine dayîn bi cih bînin."

Taha da zanîn ku heta namzed diyar nebe, postên îdarî yên ji bo partiyên siyasî tên dabînkirin wê vala bimînin û destnîşan kir ku di vê heyamê de erkên meclisa parêzgehê û qeymeqamtiyê wê bê navber bên kirin.

Di Rêveberiya Xwecihî ya Kerkûkê de 5 cîgirên parêzgar, yek cîgirê parêzgar û 7 şêwirmendên parêzgar vala mane.

Rêbwar Taha diyar kir ku ew dixwazin li gel hemû aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêmî ya Kerkûkê kar bikin û heta aliyên siyasî yên ku proseyê boykot dikin namzedên xwe pêşkêş nekin, cihên hatine diyarkirin vala dimînin.

Çi qewimî?

Di civîna Meclisa Parêzgehê ya ku şeva 10ê Tebaxê li Bexdayê hat lidarxistin, Parêzgar û Serokê Meclisa Parêzgehê bêyî beşdariya Fraksiyonên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Eniya Tirkmen û pêkhateyên Ereb ên di Meclîsa Parêzgeha Kerkûkê de hatin hilbijartin.

Di civînê de endamê Meclisa Parêzgeha YNKê Rêbwar Taha wek Parêzgarê Kerkûkê û ji Fraksiyona Erebî Mihemed Hafiz jî wek Serokê Meclisa Parêzgehê hatin hilbijartin.

Meclîsa Parêzgeha Kerkûkê 16 kursî ye ku yek ji wan jî kota ye. Di hilbijartinên herêmî yên Iraqê de ku di 18ê Kanûna 2023an de hat kirin de, Tirkmenan 2 kursî ji Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, Ereban 6 kursî, Partiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) 5 kursî, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) 2 kursî û Xirîstiyanan jî kursiyek bi kota bi dest xistin.

Li gorî qanûnê, diviyabû di 5ê Sibata 2024an de yekemîn civîna Meclisa Parêzgeha Kerkûkê bihata lidarxistin. Lê ji ber nakokiyên di navbera partiyan de hat paşxistin.