Ji parêzgarê Kerkûkê Rêbiwar Taha yekem daxuyanî: Qonexeke nû dest pê dike!
PeyamaKurd – Parêzgarê Kerkûkê Rêbiwar Taha ku doh 10ê Tebaxê li Bexdayê ji aliyê endamên encûmena Kerkûkê yên YNK, Ereb û endamekî Xrîstiyan ve bi biryara 9 endamên encûmenê hate hilbijartin daxuyaniyek belav kir.
Encûmena Parêzgeha Kerkûkê doh bi şev li Bexdayê li Otela Rêşîd bi beşdariya 9 endamên encûmenê civiya ku 5 endamên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), endamekî Xiristiyanan û 3 endamên Ereb beşdar bûn. Endamê Encûmena Parêzgeriya Kerkûkê yê YNK Rêbiwar Taha wekî parêzgarê Kerkûkê hat hilbijartin.
Rêbiwar Taha piştî ku wek parêzgarê Kerkûkê hate destnîşankirin peyamek belav kir û got ku ew dê bê cudahî bibe parêzgarê Kurd, Ereb, Tirkmen, mesîhî û hemû çîn û pêkhateyên Kerkûkê.
Taha wiha got: “Em her kesî dilniya dikin ku ji îro û pê de qonaxeke nû li Kerkûkê dest pê dike ku qonaxa aramî, xweşî û bê cudahî xizmetkirina hemû welatiyan e.
Li vê derê em radigihînin ku emê hemû hewlên xwe ji bo bihêzkirina ewlehî û aramiyê, bilindkirina asta xizmetguzariyan, vejandina jêrxana aborî, pêşxistina sektorên curbicur û bikaranîna çavkaniyên dewlemend ên Kerkûkê ji bo baştirkirina debara jiyana hevwelatiyên Kerkûkê bikin.”
Rêbiwar Taha di dawiya peyama xwe de jî ev tişt gotin: “Gelek spas ji bo berxwedana xelkê xebatkarê Kerkûkê, spas ji bo baweriya endamên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, spas ji bo piştevaniya Serok Bafel Talebanî û serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, spas ji bo tîma ku em bi hev re xebitîn û em bi hev re bi ser ketin.
Bi alîkariya Xwedayê mezin em dê layiqî vê emanetê bin û em dê vê berpirsyariya mezin jî bi cih bînin.”
Hêjayî gotinê ye, ji sala 2005an ve cara ewil 18ê Kanûna borî li Kerkûkê hilbijartin hatin kirin û ji 16 kursiyên Encûmena Kerkûkê YNKê 5 û PDKê jî 2 kursî wergirtibûn. Parêzgariya Kerkûkê ji 2005an heta 2017an di destê YNKê de bû ku piştî bûyerê 16ê Cotmehê parêzgarekî Ereb ê sepandî hatibû ser kar.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin