Pistî hilbijartina Parêzgar Encumena Kerkûkê yekem car dicive
PeyamaKurd - Piştî hilbijartina Parêzgar û Serokê Encumena Kerkûkê, yekem civîna Encumena Parêzgeha Kerkûkê roja şemiya bê tê lidarxistin.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) aşkere kir ku Encumena Kerkûkê roja şemiyê yekem civîna xwe ya li gel parêzgar û Serokê Encumenê li dar dixe.
Di daxuyaniya YNKê de hate diyarkirin ku wê civîn, di 24ê Tebaxê de, bi serpereştiya Parêzgarê Kerkûkê Rêbwar Taha û Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Mihemed Îbrahîm Hafiz bê lidarxistin.
Hate ragihandin ku wê di civînê de rewşa karmendên bi girêbest bê gotûbêjkirin û herwiha wê ji bo avakirina komîsyoneke ku wê li ser sererastkirina rêziknameya navxweyî ya Encumena Parêzgehê bixebite gotûbêj bê kirin.
Hate gotin ku ji bo di civînê de bê nirxandin, ji Eniya Yekgirtû ya Tirkmenî hatiye xwestin ku ji bo bicihkirina postên erkên rêveberî yên ku ji bo civaka Tirkmen hatine veqetandin, lîsteyek ku ji nav û CVyan pêk tê radestî encumenê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin