Mela Bextiyar rexne li awayê hilbijartina parêzgarê Kerkûkê kir: Wê ziyanê bigihîne Kurdan
PeyamaKurd - Rêveberê berê yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) rexne li awayê hilbijartina Parêzgarê Kerkûkê li Otêla Reşîd a Bexdayê girt û got, metirsîya wê yekê heye ku wê encamên wê xerab bin.
Mela Bextiyar bi gotarekê bal kişand ser rêkeftina YNKê, erebên Kerkûkê û Reyan Kildanî û got: “Çanda siyasî ya Iraq û Kurdistanê ev e. Hilbijartin bi şikil e. encamê hilbijartinê ne nirxê demokrasiyê ye. Giraniya aliyan û biryardaran li desthilatê, li gel wan hêzan e ku xwedî hêza leşkerî ne, ne ku kursiyên wan kêm an zêde ye.’’
Bextiyar da zanîn: “Bê rêkeftina li gel aliyên Kurdistanê li navçeyên madeya 140, civîna Hotêl Reşîd (Civîna YNK û hevpeymanên wê) dê nakokiyên me kûrtir bike û encamên wê jî dê xerab bin.’’
Mela Bextiyar diyar kir: ‘’Li ser siyaseta YNKê ya piştî kongreyên partiyê yên çarem û pêncem, helwestên me yên cuda hene û ez ne amade me di bin serokatiya vê rêveberiyê de û ew siyaseta niha ya YNKê de berpirsyartiyê qebûl bikim.’’
Mela Bextiyar di beşeke din a gotara xwe de destnîşan kir: “Ez di aliyê xwe de naveşêrim, berî hilbijartina encûmena parêzgehan û piştî wê jî ez ji rewşa metirsîdartir tirsiya me û ez hîn jî jê ditirsim!’’
Bextiyar got: ‘’Ez naveşêrim Kurd û Kurdayetî ji bo min ji hemû partiyan pîroztir e. Ji ber wê jî metirsî heye, ji rewşê, ji ber civîna Hotêl Reşîd dê ziyanên zêdetir bigihin Kurdan.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin