Mela Bextiyar: Eger YNK xwe rexne neke wê bi talûkeyên mezintir re rû bi rû bimîne
PeyamaKurd – Endamê desteya siyasî yê YNK ê Mela Bextiyar ragihand ku divê YNK di nav xwe de, xwe rexne bike ji ber temamê pirsgirêkên YNK ê piştî 8 ê tîrmehê derketine ser rû. Dinav YNK ê de piştî Bafil Talabanî hevserokê YNK ê Lahûr Şêx Cengî ji wezîfê girt û rêvebirên asayîşê yên pêve girêdayî bûn, wan ser kar girt, di nav YNK ê de aramî çênebû. Mela Bextiyar ragihand ku her tişt derketiye ortê û divê YNK di nav xwe de xwe rexne bike û weha dewam kir:
“Dizî, gendelî, siyaseta têkçûyî, kiryarên endamên partiyê yên ne rewa, bicîhanîna biryarên mekteb siyasî yên bi zorê û ya herî dawiyê û di asta bilind de ji wezîfegirtina hevserokekî partiyê.
Xwenûkirina YNK ê li ser ziman ma. Nehat kirin, di şûna wê de belavbûn, bê bawerî, tawîzdayîna ji prensîbên partiyê ketin şûna nûhbûnê. Kongra 4 em nebû dermanê nav partiyê û derveyê partiyê. Pirsgirêkên nav partiyê gihîştin asta talûkê, di nav xelkê de qedrê partiyê ket. Bi taybetî di asta navdewletî de û di asta netewî de kêm ket.
Ji hilbijartinan re ji 2 hefteyan kêmtir wext maye. Gelo hun dizanin bê belavbûna nav YNK ê, piştî yaxma û sûcan çiqas birînên derûnî di nav partiyê de vekiriye?
Piştî GORAN ji YNK e veqetiya û li dijî YNK ê propaganda kir, YNK 18 û GORAN 25 kursî bidest xist û wê wextê birin kûr bû. Niha ne GORAN û ne Hevkariya Demokratîk ya Berhem Salih li dijî me propoganda nake. YNK di nav xwe de, li dijî heve, di nav xwe de belav bûye ku ti carê ev di nav adetên YNK ê de tinebû û li hemberê hev dixebitin. Li aliyekê xebatên hilbijartinan dide dewam kirin.
Ne hilbijartina yekê ya YNK ê ye ku xelk bi sloganên YNK ê bawer bike. Di hilbijartinên berê de sozên weha ji xelkê re hatin dayîn û kêm ji wan sozan bicîhanîn. Di hilbijartinên berê de, tenê ji bo parastina desthilata xwe propoganda hatkirin.
Heya YNK di nav xwe de xwe rexne neke, nikare baweriyê bide xelkê û ji herkesî daxwaza min ev e ku min fêm bike. Madem me got ku YNK berê xetayên mezin kir, wisa be em van xetayên xwe rexne bikin û çareser bikin. Em xetayan veneşêrin û pûş navêjin ser wan.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin