Mela Bextiyar: Eger ne ji soresa Kurdistanê bûya tevgera Sîayan nedibû
PeyamaKurd – Endamê encumena bilind ya YNK ê Mela Bextiyar di gotarekî xwe de got ku ne ji şoreşa Kurdistanê bûya, li Iraqê tevgera Şî’ayan durist nedibû. Bextiyar behsa bandora Herêma Kurdistanê ya li ser rewşa siyasî ya Iraqê û têkçûna Saddam Huseyîn kir û ragihand ku di têkçûna Saddam de beşa mezin ya qurbaniyan ji netewa Kurd bûn. Mela Bextiyar weha got:
“Ez bang li wijdana Ereb, Tirkmen û Xîrîstiyanên Iraqê dikim bila bizanin ku ji sala 1968 heya roxandina Saddam sala 2003 yan kîjan netewe zêde qurbaniyan daye. Vaye Enfal, kîmyabaran, şehîdên senger û zîndaniyên siyasî.”
Bextiyar li ser tevgera Muqteda es- Sadr de jî weha got:
“Tevgera Sadr biyar daye ku Iraqê ji bedbextiya salên borî rizgar bike.”
Mela Bextiyar di wê baweriyê de ye ku hukumeta niha ya Bexdayê nikare pirsgirêkan çareser bike û pirsgirêkên nû li pirsgirêkên berê zêde kiriye. Bextiyar, rewşa Iraqê ya heyî bi xeteriyê binavkir û got ku Iraq li ber şerê navxweyiye. Mela Bextiyar weha dewam kir:
“ Bêyî şoreşa Kurdistanê, opozîsyona Iraqê nedikaribû ji xwe re penagehekî peyda bike an jî bi rêya vê penagehê xwe bigihînin derve. Bi taybetî ber bi Sûriyê de û li wir xebata xwe dewam bikin.”
penagehek ji xwe re peyda bike, an jî bi rêya vê penagehê, xwe bigihînin derve, bi taybetî ber bi Sûriyê û li wir xebata xwe bidomînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin