Mela Bextiyar: Pêwendiyên YNK û PDKê nemînin statûya Herêma Kurdistanê jî namîne!
PeyamaKurd - Endamê Encûmena Bilind ya Siyasî û Berjewendiyên YNKê Mela Bextiyar ji malpera Çawdêr re ku malpera wî ye ragihand, eger ew û çend hevalên xwe di dawî kongreya YNKê de li ser nêrîn û helwesta xwe rijd bûna dê YNK biba du parçeyan.
Mela Bextiyar ji bo pêwendiyên navbera YNK û PDKê diyar kiriye, bi baweriya Mam Celal pêwendiyên PDK û YNKê pir girîng û hestiyar in, ji ber ger ew pêwendî nemînin statûya Herêma Kurdistanê jî namîne.
Bextiyar daye zanîn, helbet nakokiyên PDK û YNKê kûr in lê nakokiyên niha ji ber siyaseta komeke serkirdeyên firsendçî ye ku wisa hizir dikin bi dijberîkirina PDKê, dikarin YNKê bihêz bikin.
Mela Bextiyar bal kişandiye ser rewşa xelkê Silêmaniyê jî û gotiye, rewşa xelkê kambax e û xelk birçî ne lê YNK û rêveberiya Silêmaniyê berpirsiyarê vê rewşê ne.
Endamê Encûmena Bilind ya Siyasî û Berjewendiyên YNKê bibîr xistiye, encêmena wan ne bihêz e, ji ber ku serokê wê Kosret Resûl nexweş e û endamên polîtburoyê jî bawer dikin ku rewş di bin kontrola wan de ye û pêwîstî bi encêmenê nîne, lê ev jî bêguman xeletiyeke metirsîdar e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin