“YNK saziyên Mela Bextiyar digire, lê bi azadî ofîsan ji medya PKKê re vedike!”

12 September 2024 17:00 0 dîtin
“YNK saziyên Mela Bextiyar digire, lê bi azadî ofîsan ji medya PKKê re vedike!”

PeyamaKurd – Hefteyên borî hêzên Komando yên YNKê yên girêdayî Bafel Talebanî, li Silêmaniyê bi ser binke û dezgehên medyayî û kulturî yên bi ser serkirdeyê berê yê YNKê Mela Bextiyar de girtin û dest danîn ser avahiyên wan. Ev bûyera metirsîdar û nedîtî ya dijî mafê azadiya derbirinê bû sedema bertek û nerazîbûna rêxistinên mafên mirovan, lê belê li Silêmaniya ku wekî paytexta rewşenbîrî tê naskirin, dengekî .bilind ji bo van kiryaran derneket.

Herwiha gelek rewşenbîr û nivîskarên qaşo li dijî neheqiyan xwe nîşan didin ên Silêmaniyê jî li hember van kiryarên Bafel Talabanî serî tewandin û bi peyvekê qala vî karê ‘mafyageriyê’ nakin.

‘Li hember partiyên din zimandirêj in, ji bo Bafel jî roviyê bê ziman in’

Lêkolîner û nivîskar Dilovan Alî li ser van kiryarên YNKê û Bafel Talebanî yên li Silêmaniyê ji PeyamaKurd re nirxand û got: “Tiştên ku îro li Silêmaniyê diqewimin, berhema durûtî û populîzma wan rewşenbîran e, ku ji bo berjewendiyên şexsî serê xwe li hember mafyaya Bafel Talebanî û YNKê tewandin e. Li hember partiyên din zimanê wan dirêj e, lê li hember mafyaya YNKê ya Bafel Talebanî wek rovî yê bê ziman xuya dikin.”

Mafyayên ketine giyanê rewşenbîr û siyasetmedaran

Dilovan Alî diyar kir: “Mafyayên ku îro ketine giyanê siyasetmedar, rewşenbîr û xelkê asayî yê bajarê serbilind yê Silêmaniyê neviyên wan celadan in ku di sala 1930’an de li ber deriya Seraya Silêmaniyê Ewle Sîs û Helo Beg xeriqî xwînê kirin e.”

Li gorî Dilovan Alî, “Eger ev bêdengî berdewam bike û ti kes helwestê nîşan nede, dê çarenivîsa her kesî weke çarenivîsa Mela Bextiyar, Ferîdûn Ebdulqadir û Salar Ezîz be. Îro dora Mela Bextiyar û Ferîdûn Ebdulqadir û Salar Ezîz e, Sibê dê dora her kesî be. Niha Silêmanî ji paytexta rewşenbîrî ve bûye baregeha leşkerî!”

Şerm e Silêmanî bibe zindanek tarî

Alî da zanîn: “Şerm e ji bo xelkê heke qebûl bikin ku bajarê Şêx Mehmûdê nemîr, Refîq Hilmî û bi hezaran rewşenbîr û kesayetên mezin, di bin postala celadên Bafel Talabanî de bibe zîndanek tarî.”

‘Saziyên Mela Bextiyar digre, yên PKKê vedike’

Dlovan Ali tekez kir: “YNK ya Bafel Talabanî, dezgeha rewşenbîrî û medyayî (Çawder) ya Mela Bextiyar bi hêza leşkerî digire, lê li taxa Kurdsat bi awayekî azad ofîsan ji bo medyayên PKKê re vedike, ku şev û roj tenê xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin armanc û bûne fabrîkeya berhemanîna terorîzmê li Herêma Kurdistanê û li navçeyê.”