Mela Bextiyar: Jehrîkirina min a di nav YNKê de tawaneke siyasî ye…

14 November 2021 13:51 0 dîtin
Mela Bextiyar: Jehrîkirina min a di nav YNKê de tawaneke siyasî ye…

PeyamaKurd - Endamê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar piştî ku doh 13ê Mijdarê vegeriya Kurdistanê îro Yekşemê di civîneke rojnamevanî de got: “Ez di nava YNKê de hatim jehrîkirin. Ev tawaneke siyasî û partîtî ye.”

Endamê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar, îro Yekşemê di civîneke rojnamevanî derbarê jehrîkirina xwe de daxuyanî dan.

Mela Bextiyar got: “Tawana jehrîkirina min di asta herî bilind a bijîşkî de hatiye çespandin. Ez sedî ji sed ji mirinê vegeriyame. Ez di nava YNKê de hatim jehrîkirin. Du – sê mehan berî 8 Tîrmehê ev tawan li hember min hate kirin.”

Bextiyar da zanîn: “Zanyarî gihîştin min ku ez di nava Dezgeha Zanyarî de hatime jehrîkirin” û got: “Jehrîkirina min tawaneke siyasî û partîtî ye.”

Mela Bextiyar destnîşan kir: “Ne ya li min hatiye kirin, ya li YNKê hatiye kirin ji jehrkirinê metirsîtir e. Metirîs di wê de ye, piştî Kongreya Çarem, YNKê baweriya endamên xwe ji dest da. YNKê nêzîkî 600 hezar deng di hilbijartinan de kêm kirin.”

 

Mela Bextiyar got: “Dema min zanî ku ez hatime jehrîkirin, ji bilî malbat û hin hevalên xwe yên nêzîkî, min kesek bi wê yekê agahdar nekir. Piştî çûm Emmanê û encamên testê derketin, min encam ji heval Bafil, Dezgeha Zanyariyê û Dr. Xesro re şandin.”

Bextiyar diyar kir: “Piştî Emmanê vegeriyam Silêmaniyê û min 2 caran hevdîtin bi heval Bafil re û carekê jî bi Berpirsê Dezgeha Zanyariyê re kir û piştre ji bo wergirtina çareseriya bijîşkî, çûm Almanyayê.”

Mela Bextiyar tekez kir: “Li nexweşxaneyeke her baş min çareserî wergirt û niha ti jehr bi min re nemaye.”  

Mele Bextiyar diyar kir, ew ê derbarê jehrîkirina wî de giliyê li dadgeha Kurdistanê veke û eger encam neda, ew ê biçe Bexdayê û eger li wir jî encam nedît, ew ê giliyê li derveyî welat veke.