Mela Bextiyar: Heta bersiva rapora jehrîkirina min neyê besdarî ti civinan nabim
PeyamaKurd - Endamê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewnediyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar ragihand, heta bersiv ji raporta ser jehrîkirina wî re neyê dayîn, ew beşdarê ti civînên YNKê nabe û got: “Heta heval Kosret Resûl sax be ne exlaqê min e ez fikir bikim ku cihê wî bigrim.’”
Di daxuyaniya Mela Bextiyar de wiha hatiye gotin: “Derbarê bûyîna serokê encûmena bilind û cîhgirtina wî de; Biryar bû civîneke encûmena bilind û Heval Bafil û çend endamekî polîtburoyê roja 17.11.2021ê pêkbê. Bi qesdî gotegot hatin belav kirin ku xwedê girawî, dê di wê civînê de cîhgirê serokê encûmena bilind birêz Kosret Resûl di wê civînê de bê diyar kirin.
Yekem: Heta bersiva raporta min a derbarê jehrî kirinê û biryara danîna lijneya lêkolînê neyê dayîn ez beşdarî ti civîn û vexwendineke siyasî nabim û amade nabim.
Duyem: Heta heval Kosret Resûl zindî be, hêviya başbûn û temen dirêjiyê ji bo wî dixwazim, ne exlaqê mine ez fikir bikim cihê bigrim. Ji ber wê tîka dikim her propagandayek di vê derbarê de hatibe kirin, ew qesdî hatiye kirin, biryarên wiha di bernameya min û encûmena bilind a siyasî de tine ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin