Mela Bextiyar: Rêvebir û siyasetmedarên YNK ê ne di wê astê de ne ku bibin bersiva xelkê
PeyamaKurd – Endamê heyeta siyasî ya bilind ya YNK ê Mela Bextiyar îro ragihand ku rêvebir û siyasetmedarên YNK ê ne di wê astê de ne ku bibin bersiva xelkê. Bextiyar îro pêşwaziya hinek endamên partiyê kir û piştî jehrdanê di derbarê tendursitiya xwe de agahî da wan. Bextiyar got ku di nav YNK ê de, di niheqiya ku lê hatiye kirin de, ti gunahekî wî tê de tineye.
Mela Bextiyar di dewama ragihandina xwe de got ku tecruba YNK ê û Herêma Kurdistanê nîşan dide ku dijminê herî mezin dijminên navxwe ne û di nav wan dijminan de yên ku gendeliyê dikin hene. Mela Bextiyar di encamê de li ser daketina nisbeta dengên YNK ê yên di hilbijartinan de kir û weha got:
“Rêvebirrên YNK ê û siyasetmedarên YNK ê ew şiyana wan tine ku biryarê bidin. Di şûna baweriyê de bêbaweriyê belav dikin. Xelk baş dizane ku dizî, nerewatî û ruşwet di asta herî bilind de ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin