Naveroka civîna PDK û YNKê: Parêzgarê Kerkûkê pistî kabîneya nû diyar dibe

01 July 2019 17:54 0 dîtin
Naveroka civîna PDK û YNKê: Parêzgarê Kerkûkê pistî kabîneya nû diyar dibe

PeyamaKurd - Piştî civîna îro ya şandên PDK û YNKê ku li Silêmaniyê pêk hat, civîneke rojnamevanî hat lidarxistin.

Endamê şanda PDKê Dilşad Şihab got, têgihîştineke baş ji bo asayîkirina rewşa Kerkûkê heye û kesekî ji Kerkûkê wek Parêzgarê Kerkûkê tê destnîşankirin ku bibe parêzgarê hemû aliyan û pêkhateyên Kerkûkê.

Dilşad Şihab destnîşan kir, “Bi pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re, posta Parêzgarê Kerkûkê tê yekalîkirin.”

Şihab herwiha da zanîn ku pêngavên baş ji bo asayîkirina rewşa Kerkûkê hatine avêtin û têgihîştineke baş ji aliyê hikûmeta Iraqê ve jî heye û Netewên Yekbûyî derbarê navçeyên Kurdistanî de bi cidî li ser mijarê dixebite.

Dilşad Şihab wiha pê de çû: “Hêviya me mezin e ku bi hemû aliyan re ji bo postê Parêzgarê Kerkûkê bigihin rêkeftinê. Di civîna îro de me behsa pêşeroja Kerkûkê û birêvebirina wî bajarî bi hemû pêkhateyên wî bajarî re kir.”

Şihab herwiha got, ew kesê ku navê wî wek Parêzgarê Kerkûkê bê ragihandin, kandîdê lîsta Birayetî, PDK, YNK û hemû pêkhateyan dibe.

Peyvdarê YNKê Letîf Şêx Omer jî derbarê naveroka civînê de diyar kir: “Di civînê de me behsa wê kir, divê bi xemxwarî pêngavên mezin bavêjin, ji bo berî temambûna dema diyarkirî, kabîneya nû ya Hikûmetê pêk were û dest bi karê xwe bike.”

Şêx Omer da zanîn: wan dilsoziya xwe wek hevparekî rasteqîne di kabîneya nû ya Hikûmetê de ragihandiye û dest bi amadekariyan kirine ku hevdem bi pirsa Kerkûkê re bin.

Peyvdarê YNKê diyar kir ku ewê di demeke kurt de dilê hemû xelkê Kurdistanê yê dilsoz xweş dikin.