YNKê û parêzgarê sepandî yê Kerkûkê ji bo berdana terorîstên ereb li hev kirin

07 December 2020 16:51 0 dîtin
YNKê û parêzgarê sepandî yê Kerkûkê ji bo berdana terorîstên ereb li hev kirin

PeyamaKurd -  Encûmena Erebî ya Kerkûkê ku parêzgerê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî bi şandeke malbenda Kerkûkê ya YNKê re serdana serokomarê Iraqê kirin û li ser hin xalan li hev kirin ku yek ji wan jî azadkirina beşek din ên terorîstên ereb ên li girtîgehên Silêmaniyê ne.

Encûmena erebî ya Kerkûkê bi daxuyaniyekê ragihandiye, şandeya encûmena erebên Kerkûkê serdana serokomarê Iraqê Berhem Salih kirine û çend daxwaz pêşkeş kirine, piştre jî li ser rêkeftine.

Li gor daxuyaniyê biryar hatiye dayîn dosyaya erebên hatine girtin li herêma Kurdistanê bê çalak kirin û li dû bigerin û çarenivîsa wan eşkere bibe. Demek berê jî çend grubên din ên terorîstên DAIŞê li girtîgehên Silêmaniyê ve radestî Rakan Cibûrî û erebên şovenîst ên Kerkûkê hatin kirin. Herwiha budceyek bo nûjen kirin û avadaniya gundên wêranbûyî bê cuda kirin û koçber jî vegerin ser gundên xwe.

Xaleke din a rêkeftinê nehiştina astengî û lez lêkirina balafirxaneya Kerkûkê ye. Biryar hatiye dayîn bi piştevaniya lijneyeke parlamentoyê bi çavdêriya hikûmeta federal û Netewên Yekbûyî pirsgirêkên navbera pêkhateyan û dabeşkirina desthilatên sînorê parêzgehê bên çareserkirin.

Yek ji xalên rêkeftinê ya din jî çareseriya pirsgirêka erd û zeviyên kiştûkaliya sînore ku xwedê giravî li gor yasa û çarenivîsa tewafûq ango li gor lihevkirin çêbibe, bi mercê ‘mafê pêkhateya ereb tê de parastî be’ lê zeviyên kiştûkaliyên sînor milkê kurdan in û li bendewariya proseya erebkirina Kurdistanê de erebên têne anîn li navçeyê bicih dikin û niha xwe bi xwediyê wan zeviyên kurdan dizanin.