Li Kerkûkê bi biryara parêzgarê sepandî xirakirina xaniyên kurdan berdewam dike
PeyamaKurd - Li ser biryara parêzgerê sepandî yê Kerkûkê, lijneyên hevbeş ên qeymeqamiya navendî ya Kerkûkê çend xaniyên din ên hemwelatiyên kurd li taxeke Kerkûkê hilweşandin.
Li taxa Penca Elî ya bajarê Kerkûkê helmeteke din a hilweşandina hejmarek xaniyên hemwelatiyên kurd bi bahaneya ku xwediyên wan xaniyan tapoya wan nîne û li ser erdê hikûmetê xanî çêkirine xaniyên wan hatin hilweşandin.
Xirakirina xaniyan 3yê Adarê encam daye û yek ji wan kesên ku xaniyê wî hatiye hilweşandin Pêşmergeyekî xelkê Xurmatû ye ku berê li Xurmatû ji aliyê Heşdî Şeibî ve mala wî hatibû hilweşandin û niha jî li Kerkûkê xanî ava kiribû ku dîsa xaniyê wî hate hilweşandin. Berî wê jî gelek caran li heman taxê helmeta hilweşandina xaniyên hemwelatiyan birêve çûbû.
Çalakvanê civaka sivîl li Kerkûkê Edhem Cuma ji BasNewsê re li ser hilweşandina xaniyên kurdan gotiye: “Derveyî şerê netewî û hilweşandina xaniyên hemwelatiyên kurd li Kerkûkê, niha berjewendî jî hatiye ser wan hemûyan. Ango diçin bi bahaneya projeya xizmetê dê li wan cihan bê çêkirin, hin xaniyan hildiweşînin ji bo ku desthilatdarên niha yên Kerkûkê ji bo xwe hem pere bi navê wê projeyê wergirin û hem jî ziyan bigihînin kurdan û xaniyên wan hilweşînin.”
Edhem Cûma diyar dike: “Zanyariyên min heye li Kerkûkê civîn birêve çûye bi armanca hilweşandina xaniyan, dê dest bavêjin hemû taxên ku bê tapo ne. Lê niha wekî ceribandin li vê derê destpê kirin û malan hildeweşînin.”
Li Kerkûkê 14 tax bê tapo ne û piraniya wan taxan jî kurd in û piraniya wan ji koçberên ku piştî sala 2003yan ji herêma Kurdistanê vegeriyane bajarê xwe û ji ber nebûna cih û li ser erdê hikûmetê xanî ava kirin û heta roja 16ê cotmeha 2017ê îdareya wê demê ya bajarê Kerkûkê ti astengiyek ji bo wan çênekir.
Ereb û tirkmenên şîe li gelek cihên cuda yên bajarê Kerkûkê niha xaniyan ava dikin û hemû jî li ser erdên hikûmetê çêdikin û ti pirsgirêka tapoyê ji bo wan nayê derxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin