Mehek maye parêzgarê sepandî Rakan Cibûrî ji Kerkûkê derkeve
PeyamaKurd - Parlementerê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) yê Kerkûkê li Parlementoya Iraqê Şaxewan Ebdulla got, ji bo parêzgarê sepandî Rakan Cibûrî mehek maye û divê ji Kerkûkê derbikeve.
Şaxewan Ebdulla li ser kiryarên Rakan Cibûrî yên rakirina nivîsên Kurdî ji nav bajarê Kerkûkê got, zimanê kurdî di destûrê de fermî ye û jinavbirina zimanê kurdî li ser tabloyan binpêkirina destûrî ye û parêzgarê bi ser Kerkûkê de hatiye sepandin Rakan Cibûrî wê baca tawanan bide û tenê yek meh li ber maye, divê Kerkûkê bi cih bihêle û derkeve.
Herwiha Şaxewan Ebdulla bi bîr xist ku piştî 16ê Cootmehê rewşa Kerkûkê roj bi roj xirabtir dibe û ya niha rû dide dirêjkirina aqlê şovenî ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin