Kerkûk | Proseya Erebkirinê bi serperistiya parêzgarê sepandî berdewam dike

19 June 2021 13:29 0 dîtin
Kerkûk | Proseya Erebkirinê bi serperistiya parêzgarê sepandî berdewam dike

PeyamaKurd – Li Kerûkê proseya Erebkirinê bi serperiştiya parêzgarê sepandî yê Kerkûk berdewam dike. Li hember vê proseyê, rayedarên Iraqê jî bêdeng dimînin.

Proseya Erebkirinê li Kerkûkê û li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê didome û ev berevajî madeya 140 a destûra Iraqê. Proseya Erebkirinê li ser du astan birêve diçe, yek ji wan dûrxistina berpirsên Kurd e ku li şûna wan berpirsên Ereb datînin, ya duyem jî veguhsetina nasnameyên Ereban bo parêzgeha Kerkûkê ye.

Endamê Lijneya Asayîkirina Rewşa Kerkûkê Şaxewan Ebdullah diyar kir: “Ji bo rê li ber Erebkirinê were girtin, di hefteya dawî de ligel nûnerê Neteweyên Yekbûyî, civîn hatin kirin. Me hejmarek mekanîzma diyar kirin, da ku guhertina demografiyê li Kerkûkê berdewan nebe, weke nimûne; kesên ku piştî 2013an hatine Kerkûkê û nasnameya xwe guhertine, an jî her muameleyekê ji bo wan hatibe kirin, ev ne rewa û li dijî destûrê ye.”

Endamê Lijneya Deverên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê Mihyedîn Hesen da zanîn: “Ev Erebkirin kevn e, ne nû ye, ji destpêka çêbûna dewleta Iraqê ve ev prose berdewam e, lê her carê şêwaza wê guheriye, Hikûmeta Iraqê di vê mijarê de bêalî nîne, Heşda Eşaîrî û Heşda Şeibî berdewam in di binpêkirina mafên Kurdan de, loma pêwîstiya me bi yekdengî heye, da ku em li hember vê destdirêjiyê li ber xwe bidin, ku bi ser axa Kurdistanê de tê kirin, divê helwesteke me ya ciwanmêranî hebe.”

Berdewambûna proseya Erebkirinê, dê bandoreke mezin li ser encamên hilbijartinan bike, dibe ku zerareke mezin bigihîje Kurdan, herî dawî jî dê bandorê li ser rêjeya kursiyên Kurdan ên li Parlamentoya Iraqê bike.