Besîr Hedad li ser kiryarên erebkirinê ji parêzgarê Kerkûkê zelalkirin xwest
PeyamaKurd - Cîgirê Serokê parlementoya Iraqê Beşîr Hedad bi parêzgarê sepandî yê Kerkûkê, Rakan Cibûrî re civiya û jê xwest sedema dûrxistina berpirsên kurd û ferq û cudaxwaziyên li Kerkûkê di navbera pêkhateyan de tê kirin, zelal bike.
Hat zanîn ku îro li parlementoya Iraqê, cîgirê serokê parlementoya Iraqê Beşîr Hedad, ku di heman demê de parlementerê PDKê ye li parlementoya Iraqê, bi parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî re civiya.
Di civîna ku li ser daxwaza Beşîr Hedad hatibû encamdan de, çend parlementerên kurd, komek berpirsên Kerkûkê û hikûmeta Iraqê jî beşdar bûn û Beşîr Hedad daxwaz ji Cibûrî kir belge û sedemên dûrxistina berpirsên kurd ji posta wan eşkere bike.
Di civînê de behsa ferq û cudahiya navbera pêkhateyên Kerkûkê û erebkirina deverên kurdan û zeftkirina zeviyên kurdan ji aliyê ereban ve jî hat axaftin û nerazîbûn li hember wan reftaran hat nîşandan.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku îro Parêzgarê Kerkûkê yê sepandî bi biryarekê 3 berpirsên pilebilind ên Kurd ji kar dûrxistin ku Rêveberê Nahiyeya Sergeranê Luqman Hisên, Qaymqamê Qezaya Dûbiz Ebdulla Nûredîn û Qaymqamê Qezaya Navendî ya Kerkûkê Kamîl Saleyî in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin