Ji parêzgarê Kerkûkê biryara dagirkirina zeviyên cotkarên Kurd û erebkirinê
PeyamaKurd - Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî, ji Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Kerkûkê daxwaz kir, lijneyeke ku dest deyne ser zeviyên cotkarên Kurd ên Kerkûkê pêk bîne.
Li gorî nûçeya K24ê hefteya borî Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî bi rêya nivîsekê, daxwaza pêkanîna lijneyekê ji Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Kerkûkê kiriye ji bo bicihkirina biryarên dadgehê yên derbarê zevî û erdên cotkarên Kurd ên Kerkûkê de.
Her çiqas beriya niha Wezareta Dadê ya Iraqê derbarê pêkanîna wê lijneyê de hişyarî dabû Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê jî lê hîn jî bi hezaran donim zeviyên cotkarên Kurd, li parêzgeha Kerkûkê di bin gefa erebkirinê de ne.
Cotkarekî Kurd bi navê Umer Şamîl ku nişteciyê gundê Tercil e, dadgehê 400 donim zeviyên malbata wî daye welatiyekî Ereb, ku bi eslê xwe ji xelkê başûrê Bexdayê ye. Cotkarê Kurd ji dibêje, dadgehê biryara wergirtina zeviyên wî der kiriye û dixwaze qerebûya 20 salên bikaranîna zeviyên xwe jî jê werbigrin.
Demên berê Erebên hawirde yên başûrê Iraqê yên anîbûn Kerkûkê, ji Madeya 140 sûdmend bûn û ji bo warê xwe yê resen hatibûn vegerandin, lê piştî bûyerên 16ê Cotmehê dîsa vegeriyane deverên Kerkûkê û dadgeh jî di berjewendiyan wan de, bêyî liberçavgirtina sûdmendbûna wan a ji Madeya 140, biryarên li dijî cotkarên Kurd dane.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku zêdetirî pêncî sal e, nakokî li ser xwedîtiya wan zeviyan heye û belgenameyên yasayî û dîrokî yên cotkarên Kurd hene ku ew xwediyê wan zeviyan in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin