Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê biryareke metirsîdar a erebkirinê derxist
PeyamaKurd – Parêzgarê sepandî yê Kerkûk Rakan Cibûrî, biryareke din a ji bo erebkirina Kerkûkê derxist û karta niştecihbûnê û zanyariyan a Kurdên Kerkûkê betal dike.
Li gorî nivîsa fermî ya parêzgerê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî, lijneyek pêk hatiye ji bo zanyariyên niştecîhbûnê li Kerkûkê bikin û ewên ku li derveyî Kerkûkê ne û karta wan a zanyariyê Kerkûk e divê karta wan bê hilweşandin û yên ne xelkê Kerkûkê ne jî divê forma wan bê hilweşandin.
Ev pêngava parêzgerê sepandî yê Kerkûkê wek siyaseta erebkirinê ya herî metirsîdar e, ku bi dehan hezar hemwelatiyên kurd li Kerkûkê, ji ber rewşa xirab a ewlehiya parêzgehê, yan jî ji ber her sedemên din ku karta wan a zanyariyê ya Kerkûkê ye, koçber bûne û li Herêma Kurdistanê niştecih bûne.
Li gorî vê biryarê wê karta zanyariyê wan hemû welatiyên niha ji neçarî li derveyê Kerkûkê mane ji wan bê standin.
Hêjayî gotinê ye, li gorî vê biryarê karta zanyarî û forma xurekê ji hemwelatiyên kurd ên Kerkûkê tê standin û li şûna wan jî erebên hawirde dikin xwedî karta zanyariya niştecihbûn û forma xurekê.
Heger karta zanyariyê ya wan hemwelatiyên resen ên Kerkûkê bê hilweşandin, wê herwiha pirsgirêk ji bo karûbarên wan kesan di saziyên hikûmetê yên li Kerkûkê de çêbibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin