Li Kerkûkê bi fermana parêzgarê sepandî nivîsên Kurdî hatin rakirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku bi fermana parêzgarê sepandî yê Kerkûkê, hemû nivîsên Kurdî ji ser lewheyên trafîkê û saziyan hatin rakirin..
Hat zanîn ku rakirina lewheyên Kurdî jî ligel îngilîzî û erebî li ser wan hatiye nivîsîn, ji taxên Kurdnişîn dest pê kiriye û proseya erebkirinê ji aliyê parêzgarê sepandî Rakan Cibûrî ve bêrawestan berdewam dike.
Hêjayî bibîrxistinê ye, bajarê Kerkûkê li gorî destûra Iraqê hêremeke di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de nakok e û piştî xiyana 16ê Cotmeha 2017an jî kontrola Kerkûkî ketibû destê Heşda Şeibî û artêşa Iraqê.
Ji wê demê ve proseya erebkirinê û zextên ser Kurdan berdewam dikin ku ligel wê jî partiyên Kurdistanê di hilbijartinên Iraqê de, li Kerkûkê serkeftin bi dest xistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin