Biryareke nû li ser Erebên îthal ji aliyê parêzgarê Kerkûkê!
PeyamaKurd – Parêzgarê Kerkûkê Rakan Cuburî ku bi darê zorê hatibû erkdarkirin, bi daxuyaniyeke nivîskî biryara xwe ya nû ya berdewamkirina proseya Erebkirina Kerkûkê ji navendên îdarî û ewlehiyê yên bajêr re ragihand.
Cibûrî bi biryara xwe, Ereb û penaberên ku ji navçeyên cuda yên Iraqê derbasî Kerkûkê bûne, weke welatiyên xwecihî destnîşan kir. Wî talîmat da hemû saziyên bajêr ku bi van welatiyan re wek ku niştecihên xwecihî yên parêzgehê bin tevbigerin.
Li gorî nûçeyê, parêzgarê Kerkûkê Cûbûrî ku bi fermandehiyê hatiye erkdarkirin, tekez kiriye ku belgeyên her kesê li Kerkûkê rûdine, di nav rêveberiyên parêzgehan de hatine tomarkirin, êdî ew ne aware ne û xelkê Kerkûkê ne.
Li gor nameya bi jimare (734) ya roja 5ê Adara 2024ê ku bi îmzeya Rakan Cuburî ji parêzgarî, polîs, perwerdehiya niştimanî, midûriyeta giştî ya koç û koçberan û rêxistinên navneteweyî û herêmî re hatiye şandin, welatiyên ku li Kerkûkê dijîn û belgeyên fermî li rêveberiyên parêzgehan hene, wê wek Kerkûkî bin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin