Parêzgarê Duhokê di merasîma bîranîna Pêsmergeyên ji aliyê PKKê hatine sehîdkirin de axivî

05 June 2022 12:57 0 dîtin
Parêzgarê Duhokê di merasîma bîranîna Pêsmergeyên ji aliyê PKKê hatine sehîdkirin de axivî

PeyamaKurd - Parêzgarê Duhokê Dr. Elî Teter îro 5ê Hezîranê li ser çiyayê Metîna, li devera Amêdiyê ya Duhokê di merasîma bibîranîna 5 Pêşmergeyên sala borî di êrîşa PKKê de hatibûn şehîdkirin bû.

Elî Teter di axaftina xwe ya merasîmê de got: “PKK zêdetirî 30 salan e gundên me wêran dike û hewl dide pêşiya projeyên Hikûmeta Kurdistanê bigire û nahêle hikûmet wan deveran avedan bike.”

Teter destnîşan kir: “PKK dixwaze vê azadiya ku li Herêma Kurdistanê heye, ji nav bibe. Di demekê de ku behsa xebata demokratîzekirina Sûriye û Tirkiyê dike, lê şer anîne nav malên me.”

Parêzgarê Duhokê bang li PKKê kir ku heger bi rastî dixwazin xebatê bikin, bila Efrîn û Serê Kaniyê rizgar bikin û meydana xebata xwe bibin nav xaka Tirkiyê û li wir arîşeyên xwe çareser bikin.

Herwiha Elî Teter diyar kir ku kiryarên PKKê nemirovane ne û baweriya wan bi Kurdayetî û Kurdistanê nemaye.