Parêzgarê Duhokê: Iraq nahêle em çavkaniyên sirûsta Kurdistanê bikar bînin
PeyamaKurd - Rêxistina Navdewletî ya Yekîtiya Şaredariyên Holanda – VGN bi hemahengiya rêveberiyên giştî yên şaredarî û tenduristiya bajarê Duhokê, îro 30yê Cotmehê konferansek bi navê “Paşmayên Bijîşkî, Astengî û Derfet” li dar xist.
Parêzgarê Duhokê Dr. Elî Tatar di konferansê de ragihand: “Eger em bixwazin jîngeheke me ya pak hebe, berî her tiştî divê gelê me bi me re hevkariyê bike. Çawa ku em malên xwe diparêzin û pak dikin, divê em welatê xwe jî pak bihêlin û biparêzin.”
Elî Teter got: “Çavkaniyên me yên sirûştî yên bêsînor hene, lê mixabin hikûmeta Iraqê rê nedaye ku em wan bi awayekî baş bikar bînin, ji ber wê jî di dema borî de em rastî gelek qeyranan hatin.”
Di dewamê de Elî Teter destnîşan kir: “Weke Herêma Kurdistanê, têra me ji samanên sirûştî heye. Lê mixabin siyasetek heye ku nahêle em çavkaniyên xwe yên sirûştî (petrol, gaz û maden) bikar bînin, ne jî bifroşin û hikûmeta Iraqê serederiyeke destûrî û yasayî jî bi me re nake.”
Teter got: “Em dixwazin hemû bajarên din ên Iraqê weke bajarên Herêma Kurdistanê bên avedakirin û pêşxistin û gelê Iraqê di nav xweşî, serbilindî û aramiyê de bijî.”
Parêzgarê Duhokê da zanîn: “Çawa ku me (Hikûmeta Herêma Kurdistanê) her tim piştgiriya hikûmeta federal kiriye, divê ew jî bi heman awayî piştgiriya me bikin; Eger Herêma Kurdistanê di warê geşbûnê de bipêş ketibe, divê Iraq wê pêşkeftinê wek ya xwe bibîne, em jî pêşketina beşên din ên Iraqê wek ya xwe bibînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin