Sektora çandiniyê û çavkaniyên avê yên Iraqê di bin metirsiyê de ne!

09 February 2025 19:00 0 dîtin
Sektora çandiniyê û çavkaniyên avê yên Iraqê di bin metirsiyê de ne!

PeyamaKurd – Bi kêmbûna baranê re metirsiyeke cidî li ser sektora çandiniyê û çavkaniyên avê yên Iraqê heye. Ger tedbîrên lezgîn û bi bandor neyên girtin ev rewş dikare encamên xirab derxe holê.

Pisporê avê Ramazan Hamza ji medyaya xwecihî re got ku kêmbûna baranê rasterast bandorê li berhemên çandiniyê dike ku girêdayî ava baranê ne.

Hemze da zanîn ku divê cotkar derbarê tedbîrên alternatîf ên weke avdaniyê de bên agahdarkirin û got, "Guherîna avhewayê ziwabûnê zêde dike û dibe sedema lehiyê û ev jî ji ber rêveberiya nebaş a çavkaniyên avê ye."

Ramazan Hemze got, "Divê ji bo çandiniya zîrek gav bên avêtin, teknîkên nûjen ên avdanê bi bikaranîna pergalên avdanê bên sepandin, binesaziyên avê yên wekî bendavan bên sererastkirin, av bê depokirin û çandiniya domdar bi siyaseteke ku li ser berhemên ku avdanê ne hewce dike bê teşwîqkirin."

Hemze bal kişand ser girîngiya parvekirina adilane ya avê di navbera parêzgehan de û got, "Ji bo rê li ber binpêkirinan neyê girtin û parvekirina adil a ava Dîcle û Feratê, divê hevkariya navneteweyî bi welatên cîran re bi taybetî Tirkiye, Îran û Sûriyê were zêdekirin."

Ramazan Hemze got ku derbaskirina kêşeyên avê pêdivî bi stratejiyek demdirêj heye ku plansaziya hukûmetê û hevkariya hemwelatiyan li hev bike.