Iraqê hawirdekirina hin berhemên çandiniyê yên Îranê qedexe kir

23 October 2023 21:06 0 dîtin
Iraqê hawirdekirina hin berhemên çandiniyê yên Îranê qedexe kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku hikûmeta Iraqê îtxalata (hawirdekirina) beşek ji berhemên çandiniyê yên Îranê qedexe kir.

Berpirsê Dezgeha Pêşxistina Karûbarên Bazirganî yê Iraqê Ferzat Bilten, ragihand ku bi awayekî demkî hawirdekirina hin berhemên çandiniyê yên ji Îranê bo Iraqê têne şandin, hatiye qedexekirin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ew biryar di çarçoveya piştgirîya berhemên xwemalî de hatiye dayîn û dê berhemên wekî; firingî, xiyar û zebeş heta demekê neyên hawirdekirin.

Herwiha Bilten diyar kiriye ku dê qedexeya li ser hinardekirina petatan ji Iraqê jî berdewam bike.

Hêjayê gotinê ye, di navbera Iraq û Îranê de, ji 22yê Îlona 2023yan heta niha bi qasî 4,5 milyar dolaran bazirganî hatiye kirin ku ji sedî 20ê wê berhemên çandiniyê ne.