Iraqê destûra hawirdekirina berhemên xwarinê da
PeyamaKurd-Hikûmeta Iraqê ragihand ku ew ê 3 meh destûra hawirdekirina hemû berhemên xwarinê bidin.
Destûr, ji aliyê berdevkê Sekretriya Civata Wezîran Heyder Mecîd ve bi daxuyaniya çapemeniyê hat ragihandin. Li gorî daxuyaniyê bi şertê ku ji 3 milyon tonan derbas nebe, destûra cureyên genim hatiye dayîn û destûrek jî li ser kêmkirina bacên gumrukê yên ji bo kel û pelên înşaat, derman û xwarinê hatiye dayîn.
Di mehên borî de ji ber ku berhemên herêmî yên Iraqê zêde bûn, hawirdekirina sebzeyan hatibû qedexekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin