Komîta bicîhanîna xala 140ê ya destûra Iraqê civiya

03 September 2024 23:59 0 dîtin
Komîta bicîhanîna xala 140ê ya destûra Iraqê civiya

PeyamaKurd -  Komîta bicîhanîna xala 140ê ya destûra Iraqê civiya. Di civînê de, di dema rejîma berê de ku li Herêma Kurdistanê guherîna demografîk hatibû kirin, li serê axifîn û ji bo zerara wê ji ortê rakin, li ser mijarê danûsitendinan kirin.

Civîn, di bin serpereştiya cîgirê serokê Parlementoya Iraqê Şaxewan Abdullah de hat kirin. Li ser firehkirina xebatên komîtê, pirsgirêkên cotyaran û peymanên çandiniyê axifîn.

Di civînê de Şaxewan Abdullah bang li terefan û wezaretan kir ku xala destûrê ya 140ê bicîh bînin, zerar guhertina demografik ya rejîma berê ji holê rakin, rewşa li deveran normal bikin û derdê mexdûran çareser bikin.

Xala 140ê ew e ku xistine destûra Iraqê û deverên ku Kurdistanin lê di derveyê rêvebiriya Herêma Kurdistanê de ne, divê li wan deveran referandûm bibe lê ji sala 2003an heya niha Ereb û Îran nahêlin ku xala 140an bicîh were.