Pedersen: Divê komîta destûra Sûriye dagere ser xebatên xwe yên Cenevrê
PeyamaKurd – Nûnerê taybet yê ji bo Sûriyê yê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Geir Pedersen di Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî de ya di derbarê Sûriyê de agahiyan da endaman û weha got:
“Pêwiste Komîta Destûrê bi riha lihevkirinê, bi wate û bi awayekî bilez dagere ser xebatên xwe yên Cenevrê. Piştî erdheja navenda wê Maraşe ya 6 ê sibatê, ji bo temîna pêdiviyên lezgîn, divê çavkanî bên bidestxistin. Gelek girînge ku daîmî alîkarî ji Sûriyê û welatên cîran bên kirin. Ez bi kampanya ku li Brukselê hat kirin û sozên ku dan, bi rizamendî qebûl dikim û divê sozên hatin dayîn bilez bên belavkirin. Gelek girînge ew deverên Sûriyê yên ku erdhej li wan çêbûne, bên paraztin.
Divê aktorên di derveyê Sûriyê de xwe bidin ser mijarê û li ser bê çawa wê karibin zahmetiyên pêşiya Sûriyê rakin bixebitin. Kesên hatine revandin, girtî û wendayên Sûriyê di nav xebata me ya pêşde ne ku em ê çawa karibin mijara wan çareser bikin. Encama erdhejê hê jî xerabtir dike û ji mirovên malbatan em nikarin agahiyan bistînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin