Sûriye: “Di resnivîsa destûra Sûriyê de ‘rêvebiriya otonom ya îdarî’ di rojevê de ye”
PeyamaKurd – Endamê komita amadekirina destûra Sûriyê İsmail el-Halfan, bi Rûdawê re hevpeyvîn kiriye û gotiye ku:
“Mijara otonomiya îdarî di reşnivîsê de di rojevê de ye lê wê girêdayê sîstema navendî bimînin. Kurdên di wexta rejîma berê de, yên ji hemwelatiya Sûriyê derxistine, wê bi qebûlkirina destûrê re, mafên xwe bidest bixin.”
Komîta amadekariya destûrê ji 7 kesan pêk tê û Ahmed El Şara piştî bû serokkomarê Sûriyê, wan ji bo amadekirina reşnivîsa destûrê wezîfedar kir ku di nav wan de 2 jin hene.
Di nav komîta amadekariyê de siyasetmedar Dr. Abdulhamid el Awak, hûqûqnas û akademisiyen Dr. Yaser el Huveish, hûqûqnas û akademisiyen Dr. İsmail el-Halfan, siyasetmedar Dr. Muhammed Riza Celhi, hûqûqnas û akademisiyen Dr. Ahmed Kurbi, nivîskar, rojnamevan û hûqûqnas Dr. Behiye Mardini, hûqûqnas Dr. Rian Kahilan hene. Rûdawê di nav amadekaran de bi İsmail el-Halfan re hevpeyvînekî kiriye û kurtayiya hevpeyvînê wehaye:
-İsmail el-Halfan ji bo asta amdekariya destûrê ragihandiye ku xebatan gelek pêş xistine û endamên komîtê bi gelek kesên pispor re danûsitendinan dikin û li şîretên wan guhdarî dikin. Li ser gelek xalan amadekariya xwe kirine ku jimara wan negotiye.
-İsmail el-Halfan gotiye ku komîte destûrên berê yên Sûriyê vedikole, endamên komîtê pisporin, ji ceribandinên destûrên welatên din sûdê weldigrin û dixebitin da destûr bendewariya xelkê Sûriyê bipersivîne.
-Wezîfa komîtê ew e ku reşnivîna destûra demkî amade bike, piştî amade bû, bidin Ahmed Şara û wê Şara beyana destûrê ragihîne. Desthilata endamên komîtê heye û garantiya wan heye ku kes mudaxeleyê wan neke. Endam, di nav xwe de munaqeşê dikin û eger di nav wan de cudatiya fikrê hebe, li ser çareseriya herî baş li hev dikin. Dema reşnivîs qediya, wê Ahmed Şara wê belav bike. Li ser temamkiirna reşnivîsa destûrê el-Halfan gotiye:
“Ji bo temamkirina destûrê, em nikarin wextekî bidin lê wê dirêj neke. Endam ji roja ewilî de dest bi xebatê kirin û gelek wext serf kirin. Texmîna min wê di nav çend rojan de xebata xwe temam bikin û paşî li ser her xalî yek bi yek munaqeşê bikin. Dema me, ji bo Sûriya nûh gelek girînge. Belkî hefteyekî an 10 roj dewam bike.
Destûra em behs dikin wê ji bo demkî be û ji bo Sûriyê destûrekî demkî be. Wê wexta demkî, di destûrê de bê destnîşankirin. Eger tê de wext tinebe, nabe, ji ber wê mijar ne zelal bin. Wext di navbera 3 sal û 5 salan de tê rojevê lê em dixwazin wext bê destnîşankirin.”
- Li ser pirsa bê komîte tenê ji Ereban pêk tê an na de, el-Halfan got ku ji Kurda di nava komîtê de Dr. Behiye Mardini heye.
-Sîstema dewletê wê ji yên berê cuda nîn be. Dewleta Sûriyê wê yekgirtî, serbixwe û li ser axa xwe xwediyê desthilata xwe be.
Li ser mesela federalîzmê:
“Heya niha kes federalîzmê pêşniyar nekiriye. Şeklê dewletê wê navendî be. Heya niha dixwazin sîstema navendî biparêzin û yekîtiya Sûriyê dewam bikin. Komîte di nav xwe de, di vê mijarê de hemfikre.
Di mijara mafên Kurdan de li ser pirsa Rûdawê İsmail el-Halfan gotiye:
“Em ê bixebitin da mafê temamê xelkê Sûriyê bixin bin garantiyê. Weka me got; Kurd pêkhateyekî bingehîn yê Sûriyê ye. Di destûra demkî de wê ne weka rejîma berê, ne wekî teorik lê di teori û pratîkê de, ji aliyê maf û berprsiyariyan de, di nav xelkê Sûriyê de em ê garantiya wekheviyê bidin. Ev mijar ewe ku em berya hertişî li serê disekinin. Bi îzna Xwedê, em vê sozê didin xelkê Sûriyê. Em ê vê xalê deynin û ji bo kontrolê mekanîzmayan ava bikin. Wê rêvebiriya Sûriyê garantiya bicîhanîna metnan bide û pêvajo bê şopandin.
-Li ser pirsa Rûdawê ku wê di destûrê de li hemberê Durzî, Alewî, Xiristiyan û Kurdên Êzîdî çewa tevbigerin, İsmail el-Halfan gotiye:
“Hun zanin li Sûriyê rengên cuda yên weka mezheban, irq û dînên cuda henin û rengîne. Dema xal bê bicîhanîn, wê temamê mafên wan bên garantîkirin û em ê ji wan re bêjin ‘Hemwelatî’. Wê mafên wan weke hev be. Dema em xalê tetbîq bikin, em ê îznê nedin cudatiya irq, dîn û mezheban. Em naxwazin bi navên wan gazî wan bikin. Dema ez bang dikim, ez dibêjim ‘xelkê Sûriyê ‘ an dibêjim ‘hemwelatiyên Sûriyê’.
- İsmail el-Halfan: “Em destûrê ji bo temamê xelkê Sûriyê datînin û Kurd pêkhateyekî Sûriyê ye. Di mijarê de dibe UN xwediyê sedemên rastteqînebe. Lê em ji bo Kurda hewce nabînin ku xalekî bixin destûrê. Em dibêjin Kurd jî weka Ereban û pêkhateyên dinan yên Sûriyê, xwediyê temamê mafane.
-Li ser pirsa Rûdawê ya di derbarê mafên Kurdan yên netewî, îdarî, ziman û çandê de, wê çi bikin de İsmail el-Halfan gotiye:
“Em li ser mijarê munaqeşê dikin. Em di heman wextê de dixebitin da çanda pêkhateyên Sûriyê biparêzin.”
-Li ser mijara Kembera Erebî, zerara wê û Erebkirina Kurdan, wê rêvebiriya nûh rake an na, el-Halfan gotiye ku heya niha ev behs derbas nebûye.
-Li ser mijara hemwelatîbûnê ku 300 hezar Kurd ji mafê hemwelatîbûnê bêparin, el-Halfan got ku ew mijar ne ya destûrêye lê destûr wê garantî dike û paşî bi qanûnan ew maf tê birêxistin. Wê li ser esasê destûrê ew maf bên dayîn.
-Li ser mijara tecruba destûra Iraqê İsmail el-Halfan rigahandiye ku nikare behsa wê mijarê bike. Lê gotiye ku destûra Iraqê, Misrê û Tûnisê vekolane. Yanî piştî guherînên li wan welatan çi kirine? Yên li gor şertên Sûriyê ne, wan ji xwe re kirine mînak lê negot bê kîjan xalên wan ji xwe re kirine mînak. Lê helbet destûrên Iraqê, Misir û Tûnisê fêde daye wan lê negot kîjan xalan ji destûrên wan girtine.
-Li ser pirsa ku modela Iraqê ya destûrê ya Herêma Kurdistanê gotiye:
“Ev mijar niha ne di rojevê de ye ji ber tecruba Herêma Kurdistanê rê dide ku dewlet derbasî adem-i merkeziyetê bibe. Lê em li Sûriyê niha rêvebiriya merkiziyetê dimeşînin. Dibe ku adem-i merkeziyeta îdarî bibe lê wê yekîtiya dewletê bêparastin û merkeziyeta siyasî dewam bike. Adem-i merkeziyeta îdarî an ku otonomiya îdarî li ser masêye lê otonomiya siyasî na.
-Di mijara mafê jinan de İsmail el-Halfan gotiye ku mafê jinan wê bixin garantiyê û di mijarê de dê xal hebin. Wê mafên jinan bên parastin, rola wan ya civakî û ciyên wan yên civakî bi awayekî rast bên bicîhkirin. Li ser mijarê bi hezir tevdigerin.
-Li ser mafê perwerdê, mafê xebatê jî İsmail el-Halfan got ku wê mafên esasî bi temamî bixin bin garantiyê. Wê di destûrê de beşa ‘Maf û Azadiyê’ hebe û wan mafan bi hûrahî hebin.
-Li ser mesela temsîla siyasî û temsîla di nav hukumetê de jî el-Halfan got ku wê ji bo hilbijartinan çarçoveyekî giştî hebe. Wê paşî di qanûna hilbijartinê de bi detay bên destnîşankrin. Beyana destûrê bi giştî beyana maf û azadiyaye lê detay bi qanûnan wê bên destnîşankirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin