Sûriye nahêle destûra nû ya Sûriyê çêbibe
PeyamaKurd – Nûnerê taybet yê Neteweyên Yekgirtî yê ji bo Sûriyê Geir O. Pedersen ragihgand ku tûra civîna Komîta Destûra Sûriyê ya 6 em bi xeyalên şikestî bi encan hat û weha got:
“Ew tiştê me hêvî dikir ku em ê bidest bixin, em tê de biser neketin. Delegasyona Beşer Esed biryarê da ku wê metnekî nû de komîtê.”
Îro civîna tûra 6 em ya komîta nivîsa destûra Sûriyê bû ku ji 45 kesan pêkdihat û civîn li baregeha Cenewrê ya NY bi dawî hat. Piştî civînê herkes hêdî hêdî ji baregehê veqetiya. Komîta ji nav 45 kesan hatibû bijartin ji 15 kesan pêkdihat û di encamê de xeyalên muxalefeta Sûriyê jî şikestin. Piştî civîna îro Pederson civîna çapemeniyê lidar xist û weha got:
“Di nava hefteyê de, di civînan de seyreka nelihev hebû. Goya me dê îro li ser peymaneka demkî lihev bikira an herî kêm li ser hinek mijaran hevkarî bikira. Lê hevdîtinên îro bi temamî xeyalên me şikandin. Tiştê me dixwest em bi dest bixin em tê de biserneketin. Dibû em bi hevre bişêwiryana bê em ê çawa bi hevre bigihên fikreka hevpar lê em ji wê têgihîştinê bêpar man. Aliyê ku biryarê da wê metnê pêşkêş neke, delegasyona hukumeta Beşer Esed bû.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin