Civîna 8 em ya Komîta Destûra Sûriyê destpêkir

30 May 2022 23:27 0 dîtin
Civîna 8 em ya Komîta Destûra Sûriyê destpêkir

PeyamaKurd – Li welatê Îswîçreyê li bajarê Cenevreyê civîna 8 em ya Komîta Destûra Sûriyê hat kirin û civîna roja ewilî bi dawî bû. Civîn di bin serokatiya nûnerê NY yê ji bo Sûriyê Geir O. Pedersen de, li Otêla Intercontinentalê hat kirin û civîna îro bi 2 celseyan dewam kir.

Civîna ji rejîma Esed, rêxistinên sîvîl yên civakî û ji nûnerên muxalefeta Sûriyê pêkdihat, ji her beşe 15 kes tevlî bûn, civîna wan di 16.45 an de qediya. Di civîna îro de metna ku mijara wê “di çarçoveya destûrê de tedbîrên zordayînê yên yekalî” hat pêşkêşkirin. Piştî muzakereyan hevserokên grûbên rejîm û muxalefetê Ahmed Kûzbarî û Hadî el-Bahra di bin serokatiya Pederson de hevdîtinekî taybet kirin.

Civîn wê heya 3 yê hezîranê dewam bike û di çarçoveya tûra 8 em de, wê li ser mijarên “dewama dezgeyên dewletê û xwurtkirina wan”, “serdestiya destûrê û ciyê peymanên navdewletî” û “hûqûqa dewra derbasbûnê” biaxifin.

Di celsa dawiyê de, wê teref li ser metnên ku ji bo komîsyonê hatine pêşkêşkirin biaxfin.