Civînên komîta destûra Sûriyê li Cenevre dewam kirin

22 March 2022 00:48 0 dîtin
Civînên komîta destûra Sûriyê li Cenevre dewam kirin

PeyamaKurd – Di civîna 7 em ya destura Sûriyê li Cenevreyê muxalif reşbeleka ‘esasên rêvebirina dewletê’ pêşkêşî NY kir. Nûnerê NY yê taybet ji bo Sûriyê Geir O. Pederson serpereştiya civînan kir û di roja yekem de 2 civîn hatin kirin.

Heyeta Sûriyê weka her wextî di civînê de tewrê xwe yê neyînî dewam kir. Hevdîtin wê di 25 ê adarê de biqede û civîn ne li NY lê li Intercontinental Hotel de têkirin.

Pedersen do di civîna çapemeniyê de ragihandibû ku wê li ser 4 xalan hevdîtinan bikin. Xalên ku li serê diaxifin:

1.Esasên revebiriya dewletê

2.Nasnama dewletê

3.Remzên dewletê

4.Kar û bingehên meqamên dewletê.