Pedersen: Ti pêwîstî bi civînên Komîteya Destûra Sûriyê nema ye

22 December 2019 17:40 0 dîtin
Pedersen: Ti pêwîstî bi civînên Komîteya Destûra Sûriyê nema ye

PeyamaKurd - Piştî binketina gera duyem a xebatên “Komîteya Destûrî” nûnerê NY yê Sûriyê ragihand ku ji ber nakokiyan, ti pêwîstiya lidarxistina civînên Komîteya Destûrî nîne.

Nûnerê NY yê Sûriyê Geir Pedersen bi riya vîdeoyê li Konseya Ewlekariya Navdewletî li ser xebatên destûra Sûriyê axivî û got, ji ber lihevkirineke derbarê xebatên “Komîteya Piçûk” a destûra Sûrî de nîne, ti pêwîstiya lidarxistina civînên “Komîteya Destûrî” nîne.

Pedersen hêviya xwe ji bo pêkanîna lihevkirineke girêdayî xebatên “Komîteya Destûrî” ya di navbera aliyên beşdar de anî ziman û destnîşan kir ku di rewşa heyî de wê ti civîn neyên lidarxsitin.

Pedersen piştî serneketina civînên Cenevreyê yên komîteyê ragihandibû ku beriya serê salê ew ê ji bo lidarxistina civîna “Komîteya Piçûk” a Destûra Sûrî li gel Şamê û aliyên din ên “Komîteya Destûrî” danûstandinên rasterast bikin.