Rêveberiya Rojava besdarî civînên Komîteya Destûra Sûriyê dibe

29 December 2019 22:50 0 dîtin
Rêveberiya Rojava besdarî civînên Komîteya Destûra Sûriyê dibe

PeyamaKurd - Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) ku wek baskê siyasî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî tê naskirin, beşdariyê li civînên bê yên Komîteya Destûra Sûriyê dike.

Ajansa Sputnik a Rûsî re li ser zimanê Hevserokê MSDê Riyad Derar îdia kir ku Derar gotiye, MSD li gorî berjewendiyên gelê Sûriyê tevdigere û wê di civînên bê yên Komîteya Destûrî ya Sûrî de beşdar bibe.

Riyad Derar bal kişand ser rola welatê Misirê ya erênî û destnîşan kir ku amadekariyên ji bo lidarxistina Kongreya Qahîrayê ya Sêyemîn tên kirin û Misirê deriyê xwe ji MSDê re vekiriye.

Hevserokê MSDê li ser êrîşê Tirkiyê jî destnîşan kir ku Erdogan bi riya herêma ewle ya ku behsa wê dike, herêmên Sûriyê dagir kirine, şêniyên resen dane koçberkirin û guhertina demografîk pêk tîne.

Hêjayî gotinê ye ku ev cara yekemîn e, bi navê MSDê Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê (Bakur û Rojhilatê Sûriyê) digel endamên opozîsyonê yên îtilafê, beşdarî civîneke navdewletî ya li ser Sûriyê dibe.