Ji Rêveberiya Rojava daxuyanî: Em komîteya destûrê qebûl nakin!
PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li ser pêkanîna Komîteya Destûrî ya Sûriyê ragihand, beşdarnebûna wan di komîteyê de tê wateya nebûna edalet û demokrasiyê û ew wê komîteyê qebûl nakin.
Rêveberiya Rojava bang li civaka navdewletî kir ku, careke din vê gava ne adil di ber çavan re derbas bikin û diyar kir, komîteya ku îradeya gel tê de tine be, ji aliyê wan ve nayê qebûlkirin.
Rêveberiyê bal kişand ser şerê li dijî DAIŞê û da zanîn, Hêzên Sûriya demokratîk û pêkhateyên herêmê ji bo parastina yekîtiya axa Sûrî bi qasî 11 Hezar Şehîd û 24 hezar birîndar dane.
Rêveberiyê qala danûstandinên Sûrî-Sûrî kir û teqez kir ku, ew û MSD her demê nermbûna xwe ji bo dilyalogê nîşan dan û wan gelek caran ev daxwaz ji Rêjîmê û Rûsya jî kiriye.
Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin ku berçavgirtina daxwaziyên Tirkiyê ji diyalogê girîngtir hatiye dîtin, tevî ku Tirkiyê piştgiriya terorê dikir û ev yek jî nayê veşartin.
Rêveberiyê destnîşan kir, Tirkiyê serweriya Sûriyê binpê dike û guhertina demokgrafîk pêk tîne.
Rêveberiya Xweser li ser pêkanîna komîteya destûrê diyar kir ku ev komîte teybetmedendiyên gelê Sûriyê nagire nava xwe û li yekîtiya Sûtiyê nayê.
Ji xwe nebeşbarbûna Rêveberiya Xweser tê wateya nebûna edalet û wekheviyê û bi biryara 2254 a NY re bi nakok e.
Rêveberiyê her wiha teqez kir ku, nebûna îrdeya gelê Sûriyê tê de, ev komîte ji bilî kûrkirina aloziyê bi xwe re nayene û wê qet nekeve xizmeta gelê Sûriyê.
Rêverberiya Xweser bang li welatên ku aramiyê girîng dibînin kir ku, li rewşa sûrî bi giştî binêrin û li gorî rewşa li ser erdê tevbigerin.
‘Nabe ji ber hesasiyetên Tirkiyê pêkheteyên siyasî yên bingehîn werin dûrxistin.’
Di heman demê de Rêveberiyê bang li NY kir ku, vê gavê careke din di ber çavan re derbas bike û aliyên sûrî nêzî hev bike.
Rêveberiya Rojava ji hevpeymaniya navdewletî jî xwest ku hevkariya xwe ya bo gel di ber çavan re berbas bike.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres li Civata Giştî ya NY ragihandibû ku Komîteya Destûrê ya Sûriyê hatiye pêkanîn û dê yekem civîn jî li Cenevê bê lidarxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin