Rêveberiya Rojava li ser îhtimala lihevhatina Esed û Erdogan daxuyanî da: Parçebûnê misoger dike!
PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, li ser daxuyaniyên dualî yên hikûmeta Tirkiye û Sûriyê yên derbarê asayîkirin û destpêkirina pêwendiyên dîplomatîk de, daxuyanî da.
Piştî daxuyaniyên Serokê Sûriyê Beşar Esed ên derbarê lihevhatinê de, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî gotibû, wan çawa berê bi malbatî hevdîtin dikir niha jî dikarin bikin û ew yek mimkun e.
Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de hate gotin, çi lihevkirin bi dewleta Tirkiyê re pêk bê li dijî berjewendiya Sûriyan e û hate diyarkirin: “Ev yek parçebûnê misoger dike û li dijî yekitiya Sûriyê û gelê wê komplo ye.”
Rêveberiya Xweser da zanîn, her kes dizane ku rola dewleta Tirkiyê ji destpêka şoreşa li Sûriyê de neyênî ye û pê de çû: “Tirkiyê ji bo firehkirina xeleka serweriya xwe di çarçoveya ‘Mîsaqî Millî’ de hêzên tundraw û komên çekdar bi kar anîn. Ji wê zêdetir Tirkiyê pêdiviyên gelê Sûriyê bi kar anîn û siyaseta xwe li ser hesabê gel da meşandin. Bi maska derewîn û xapandinê îdia kir ku ew piştgirê yekemîn ê gelê Sûriyê ye û bi vê yekê xaka Sûriyê dagir kir.”
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Rêveberiya Xweser alternatîfa herî baş e ji bo yekitiya Sûriyê” û diyar kir, li şûna ku herêmên dagirkirî werin rizgarkirin, ger Şam û Enqere li hev bikin, wê herêmên din jî werin dagirkirin.
Rêveberiya Xweser di dawiya daxuyaniyê de ev bang kir: “Em bang li her kesî dikin ku li dora Rêveberiya Xweser bicivin. Herwiha em bang li hêzên nîştimanî yên Sûriyê dikin ku ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî li hev bicivin û diyaloga nîştimanî ya Sûriyî li dar bixin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin