Lavrov: Welatên Rojava nehistin komîteya destûrê dest bi kar bike

02 September 2019 20:31 0 dîtin
Lavrov: Welatên Rojava nehistin komîteya destûrê dest bi kar bike

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got, “Heger hempîşeyên me yên rojavayî ji bo çareserkirina krîza Sûriyê bêhtir bi berpirsiyarî tevbigerîyana, dawiya sala borî yan jî serê sala 2019an xebatên komîteya destûra nû ya Sûriyê dest pê dikirin.”

Lavrov di gotara xwe ya li Zanîngeha Dewletê ya Moskowê de, li ser rewşa dawî ya avakirina komîteya destûra Sûriyê diyar kir, “Pêwîste li ser navê kesek yan du kesan lihevkirin çêbe. Em rastiyê bêjin, heke mirov bifikire ku biryarên komîteyê bi yekdengî yan jî piraniya sedî 75an bên standin jî gelekî komîk e ku tenê ji bo navek du navan avakirina komîteyê bê astengkirin.”

Biryara avakirina Komîteya Destûra Sûriyê Çileya 2018an li Soçiyê di Kongreya Lihevkirinê ya Netewiya Sûriyê de hatibû wergirtin.

Nûnerê Taybet ê Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî Geir Pedersen beriya niha dabû xuyakirin ku ew li bendê ne dawiya meha Îlona îsal komîte were avakirin.