Rêveberiya Rojava li dijî hevkariya Merkel û Erdogan daxuyanî da
PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojava) siyaseta Tirkiyê ya li herêmê şermezar kir û rola Almanya ya piştevaniya bi projeya Tirkiyê li herêmên dagirkirî, rexne kir.
Rêveberiya Xweser a Rojava derbarê siyaseta Tirkiyê ya avakirina niştecihgehan ji bo malbatên komên çekdar li herêmên hatine dagir kirin daxuyaniyek weşand.
Rêveberiyê da xuyakirin ku dewleta Tirk bi avakirina van niştecihgehan dixwaze li herêmê bi navê alîkariya koçberan, qirkirina etnîkî û guhertina demografî pêk bîne.
Rêveberiya Xweser alîkariya Almanyayê ya bi Tirkiyê re jî şermezar kir û ragihand, wê projeyên bi vî rengî rewşa heyî ya li Sûriyê û heremên dagirkirî bi taybet aloztir bike.
Di dawiya daxuyaniyê de Rêveberiya Xweser bang li Almanyayê kir ku nebe hevkar û alîkariyê nede Tirkiyê ku planên xwe yên qirêj li herêmê pêk bîne û kiryar û zêdegaviyên Tirkiyê yên li dijî gelê herêmê bi sînor bike.
Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel du roj berê serdana Tirkiyê kiribû û piştî hevdîtina bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re, ragihandibû ku ew dê alîkariya bo plana Tirkiyê li Sûriyê berdewam bikin û nirxê pereyên bişînin jî ji 3 milyar euroyan derxistibû 6 milyar euoran.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin