Rêveberiya Joe Biden besdarî civînên P5+1 yên ligel Îranê dibe
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê rêveberiya nû ya Amerîkayê ya bi seroktiya Joe Biden, beşdarî civînên Vîyenayê yên Peymana Nukleerî ya ligel Îranê bibe.
Civînên Vîyenayê yên hevbeşên Peymana Nukleerî ya ligel Îranê (P5+1) ku ji welatên Çîn, Fransa, Almanya, Rûsya û Brîtanyayê pêk tên, ji bo zindîkirina peymana atomî li paytexta Avusturya Vîyenayê dicivin.
Rêveberiya serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump ji peymanê vekişiyabû û dorpêçên nû li ser Îranê ferz kiribûn.
BBCyê ragihandiye ku rêveberiya Amerîkayê piştî vekişîna ji peymanê cara yekem beşdarî civînan dibe ku wê rayedarên Amerîkî li Vîyenayê di jûrên cuda de rûnin û navbeynkariya dîplomatîk bikin.
Joe Biden beriya niha jî ragihandibû ku Amerîka dixwaze vegere peymana ligel Îranê, lê belê li ser rakirina dorpêçên ser Îranê ti daxuyaniyek nedaye.
Îran dibêje, heta dorpêç neyên rakirin ew ligel Amerîkayê rasterast hevdîtinan nakin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin