Colanî bo HSDê: Demildest vekisin û besdarî Rêveberiya Leskerî bibin
PeyamaKurd – Serokê HTŞê û Fermandarê Giştî yê Operasyonên Leşkerî li Sûriyeyê Ehmed El-Şer'a (Mihemed Colanî) bang li hemû endamên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir ku jê vekişin û têkiliyê bi Rêveberiya Leşkerî ya nû re bikin.
Ehmed El-Şer'a îro 17ê Kanûnê peyamek li ser hesabê xwe yê Xê belav kir û got: “Ji bo yekîtiya Sûriyeyê û ferzkirina serweriya dewletê li ser hemû xaka wê, ez bang li hemû endamên pêkhateyên HSDê dikim ku demildest vekişin û têkiliyê bi Rêveberiya Leşkerî re bikin.” Ehmed El-Şer'a herwiha di peyameke din de jî got: “Tekane çekê rewa, çekê dewletê ye.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, Rêberê Heyet Tehrîr El-Şamê Ehmed El-Şer'a (Mihemed Colanî) ku piştî revîna Beşar Esed ji ser desthildariya Sûriyeyê, gotibû, ewê hemû komên çekdar ên li Sûriyê hilweşîne.
Ehmed El-Şer'a dabû xuyakirin: “Divê em bi zîhniyeta dewletê tevbigerin, ne bi zîhniyeta opozîsyonê. Dê hemû grûp bên hilweşandin û dê hemû çekdar ji bo tevlibûna Wezareta Berevaniyê amade bin û her kes bikeve bin yasayê.”
Herwiha Colanî diyar kiribû: “Divê Sûriye yekgirtî bimîne û peymaneke civakî di navbera dewlet û hemû mezheban de hebe, da ku dadmendiya civakî bê misogerkirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin